Civîna Rewşenbîrên Kurd li Berlinê
گه‌ڕانه‌وه‌
Civîn ji aliyê Civata Kurd ( Kurdisches Gemainde) ve hatibû amadekirin. Banga civata Kurd (Kurdisches Gemainde) Ji 4 xalên girîng pêk hatibû.

1- Li bakurê Kurdistanê di çareserkirina pirsgirêka kurd de rewşenbîr ci difikirin?
2- Gelo hûn daxwiyaniya serokkomarê Tirkîyê çawa dibînin?
3- Pêşniyarên rewşenbîran ji bo çareseriyê çi ne?
4- Hêzên parastina gel çawa nêzikê vê pêvajoyê bibe?

Civîn bi tevlêbûna 50 rewşenbîran li avahiya YEKMALê (Yekîtiya Malbatên Kurdistan) pêk hat. Di destpêka civînê de serokê Civata Kurd Riza Baran bixêrhatina mêvana kir û bi tevlêbûna rewşenbîran dilxweşîya xwe anî ziman û hêvî kir ku di civînê de nîqaşên berfireh cê bin. Baran da zanîn ku pirsgirêk li kîjan parçeyên Kurdistanê hebe pirsgirêka me hemûyan e û divê em bêdeng nemînin û ji bo çareseriyê çi pêwîst be em bikin.
Paşê jî mafê axavtinê da endamê komîteya rêvebir yê Civata Kurd (Kurdisches Gemainde) Feyad Osman , F. Osman jî da diyarkirin ku gelê Kurd di pêvajoyek hessas re derbas dibe. Em wek civata kurd amade ne ku pêşengiya civînên bi vê awayê bikin. Jiber vê yekê jî emê bi van xalan ve girêdayî bimînin û nîqasan bikin û bi pêşniyarên zelal bigîhîjin encamek. Paşê F. Osman mafê axavtinê da rewşenbîran.

Nêrîn û pêşniyarên rewşenbîran:

Pirsgirêka Kurd di rewsek hesas re derbas dibe. Didemên dawîde lêgerîn û nîqaş tên kirin, hin daxwiyaniyên rayedarên Tirkiyê hene, saziyên wan yên sivîl jî di nav xwe de hin nîqaşan dikin. Aliyên Kurd jî bi rê ya DTPê hin nêrîn û daxwiyaniyan tînin ziman.Cara yekemîne ku li bakurê Kurdistanê aliyê kurd bi rêk û pêk bûye xwedî hêz û dixwazin aşitiyek berfireh pêk were. Pêwîste em jî wek rewşenbîrên Kurd yên li Berlinê ji bo alikariya vê pêvajoyê têkevin nav gengeşîyan û helwest û pêşniyarên xwe zelal bikin. Tê zanîn ku birêz Ocalan di hevdîtinên xwe yên bi parêzgeran re, dabû xwiyan ku ewê ta 15 ê Tebaxê nexşeyek rê ji bo aşitiyê pêşkêşê raya giştî bike. Gelo em cawa dikarin alikariya vê pêvajoyê bikin û pêşî li leyistikên Osmaniyan bigirin û cawa bi wan bawer bin. Jiber vê yekê jî aşitî bi sozdayîna devkî nabe.
Di rojhilata navîn de gelê kurd wek netewek ji 40 milyonê zêdetir e û hîn jî li azadiya xwe digere, lê hêzên dagirker hevkarên hev in û zûbizû xwe nadin ber naskirina nasnameya gelê Kurd, jiber vê yekê jî dixwazin carek din bi hin mafê takekesiyê berxwedana gelê Kurd têk bibin. Jiber vê yekê jî pêwîst e çareseriya li ser mafê takekesiyê nayê qebulkirin û pêwîst e çareseriyek bi giştî çê be. Herî kêm nasnama Kurdan di zagona fermî de were qebulkirin û di hemû qadên perwerdeyê de zimanê kurd bikar were. Kurd karibin bi awayek azad capemenî û weşanxaneyan bikar bînin û rêvebirên kurd li ser axa xwe bi awayek azad rêvebiriya heremê bikin.
Ger Kurd nexşeyek rê ji bo çareseriyê ava bikin pêwîst e eniyek netewî ava be û bi vê awa yê jî xebatên dîplomasiyê pêşkeve. Divê hemû xebatên aliyê kurd ji bo aşitiyek bi rumet be. Di hemû aloziyan de aliyên alî hene, em jî wek rewsenbîr ali ne û ji bo gelê Kurd çi pêwîst be emê bikin. Jiber vê yekê jî divê rêvebir û hêzên kurd rewşa gel bigirin ber çav.

Pêşniyar

• Divê hêzên çekdar yên Kurdan baweriya xwe bi Dewleta tirk neyînin. Jiber ku firsendê bibînin komkujiyê pêk tînin.
• Pêvajoya aşitiyê di kontrola hêzên navnetewî de be.
• Nasnameya Kurd bi awayek fermî di zagona bingehîn de cîh bigire.
• Hemû girtiyên Kurd yên siyasî werin berdan
• Ger aşitî hebe jî pêwîst e gerilla çek bernede û li herêmê wek hêzên ewlekariyê bimînin. Jiber ku gerilla tenê ji bo bakurê Kurdistanê dest bi şerê çekdarî nekiriye.
• Kurd karibin bi zimanê xwe di dibistanan de perwerdeyê bibînin û di hemû qadên jiyanê de bikar bînin.
• Rêvebiriya herêmê di destê kurdan de be.

Cemal Ballikaya

 سه‌ره‌وه

سالار Copyright © 2008 Salar