40 rojiya koçkirina Mamoste Rezo

Komela Kurdên Sûrî 40 Rojîya Rezo Osê pêkanî

Dost, Heval, û Naskirîyên Rehmetî Rezo û bi amadekirina Komela Kurdên Sûrî li Berlîn / Brandenburg , çalakîya 40 rojî û bibîranîna Rezo Osê di 18.04.2010 pêkanî û çêkir.

Di Salona cihê Komelê de û li ser Tabloyekî mezin Berhemên nivîskî, Çalakî û Beşdarbûnên bi Wêne hatên helwestandên.
Amadevanên vê Hevdîtinê ji Endamên Komelê, Komek ji Hevalên Rezo û jimarek ji Nas û Dostên, yên bi dehê salan ew nasdikirin û bi hevra çalakî û Kurdewarî kiribûn pêkhat.

Di destpêkê de û ji bona bîranîn û Rêzkirtinê , Amadevanên hevdîtinê 1 xulek bêdengî rawestîyan, paşî wê endamê Komîtê Baha Mihamed , helbestek ji Berhemên Mamosta yên Hestê wî Netewî dîyar dike xwend, û bi drêjahî bîranînên xwe wekû heval û dostê rehmetî ji destpêka salên 70yan û heta îro, û bi firehî li ser Qonaxên jiyane delal Rezo, û nîşankirina Kar û Xebata wî di Kurdewarîyê de wekû Nîştîmanperwer, Nivîskar, Zimannas û Helbesvan diyar û pêşkêş kir.

Paşê jî, kak Zinar Şêxmûs axivt wek Hevalnaskirî , Nêzîkdostê Rezo bi Dilekî xemgîngirtî, û bîranînên xwe ji Hevalên vê Hevditên her wekû xewnekî û fîlimekî bidê pêşindan pêşkêş kir.

Li dawîya hevdîtinê her yekî ji Amadevanan bîranînên , dîtinên, û hevjiyanên xwe ligel Rezo cuda cuda anîn ser Ziman û Gotina gişkan wabû : Çiqas mixabine koçbarkirina Mêrxasin mîna rehmetî Rezo di vê zûdemê de, ji berkû karîbû mîrasa miletê kurd zengîntir bike di warê Zimanzanyarî, Nivîsandên û Helbest û Hûnar de.

Tevan ji Rehmetî re daxwazkir ku cihê wî di Bihuşta Ronakbîran , Rewşenbîran, Hêja Kurdperweran de bê.
Careka din Serê Malbata wî saxbe!

Serê miletê Kurd saxbe û Kurdistan azad û ava be.
ban Copyright © 2010 Salar service