Dîtınên mın lı ser dûhemîın rojên tendırustıyên Mesopotamıa lı Şarê Amedê

Amadekirdinî Dr. Rassoul Faki

Herwekî hûn dizanin, dûhemîn rojên tendirustî yên Mesopotamia di 14-16. Cotmeh(Oktober) 2010 li Şarê Amedê hatin li darxisin.
Di wê kombûnê bêhempa di dîroka pizîşkya kurdî nêzîkî 300 pizîşkên Kurd tevî hin dostên turk di bin dirûşmê.
“Nexeşiyên penceşêr“ parastin, naskirin ü dermankirina wan, gihiştin hev.
Gotaren balkês û zanistî bi Zari Kurdî hatin gotin ü yekser bi ıngelîzî û turkî hatin wergerandin.

Hinek Gotar bi zaravayê Zazakî hatin pêşkêş kirin, ku bilindiya ev zarava di ware zanistî de nîşan dide.
Ev kombün ji aliyê Oda Pizîşkên Amedê hate rêxistin û bi awayekî pir baş derbas bü û beşdaran kanî bûn hemwelatî û hevkarin nû nas bikin.

Hêjaye bê gotin, ku pir pizîşkên çalak gotarên xwe bi zarekî pêşketî û bilind xwendin, awê ku di paşeroje de roleke mizin di warên lêkolîn û pêşketina pizîşkiya Kurdistanê de bilîzin.
Ez bawerim ku piraniya beşdaran di wan hedru rojan demek aweş û bi havîl derbas kirin.
Ev kocivîn ji aliyê Ziman û Zanistî de qezenceke mezin bû. Zanînên nû di warê nexeşiyan de yên bi kêrî nexweşiyên me bibin û di rojane de alîkar bin.

Lê mixabin di dawiya komcivînê de, û gorî biryara sala cûnî, Rojên Tendirustî yên li Kurdistan Basûr pêk bên.
Pêwîst bû ku komcivîn li Kurdistana basûr di bin navekî cuda pêk bên û Rojên Mêsopotamıa her û her li Amedê bimînin. Mayîna Rojên Mesopotamia li Amedê destkevtîkî mazin bû Kurdistana Bakur him jî alyiyê rêzanî(siyasî) û him ji bo pêşketina ziman.

Dr. Rassoul Faki
Vereinigung Kurdischer Ärzte in Deutschland e. V.
ban Copyright © 2010 Salar service