CIVÎNA REWŞENBÎRÊN KURD LI BERLINÊ جڤینا ڕوشه‌نبیرێن کورد ل به‌رلینێ
گه‌ڕانه‌وه‌

civin

Ev demek dirêj bû ku li Berlînê di warê xebatên rewşenbîrî de valahiyek hebû. Jiber vê yekê jî gelek rewşenbîr gazin dikirin û digotin; li paytextek wek Berlînê ku bi qasê 70-80 hezar kurd lê dijîn û di warê rewşenbîrî de kar û xebatên berbiçav nayên kirin.
Bi vê awayê çend kesên ku berê têkiliya me bi Înstîtûta kurd re hebû, me valahiyek tespît kir.
Gelek caran nîqaş çê bûn û ji bo saziyek ku hemû rewşenbîrên kurd ên li Berlînê bikaribin tê de cîh bigirin were avakirin, an jî herî kêm komîteyek were kivskirin ku ev komîte bi kêmanî be jî bikaribe hin xebatên rewşenbîrî bi rêk û pêk bikin. Bi vê awayê gelek pêşnîyar ji rewşenbîran hatin û di encam de biryar hat dayîn ku em pêşcivînek lidar bixin. Li ser vê yekê di pêşcivîna ku jivir û du meh berê çê bûbû de komîteya amadekar ya civîna berfireh ji 5 kesan ( Dr. Gundî, Fehmî Balayî, Cemal Ballikaya, Gundî û A. Xaliq) hatibû hilbijartin, amadehiya civînê kirin.
Civîn
Ev civîn bi alikariya parlemenê Berlîne Giyaseddin Sayan di 13.03.20009an seet di 18.00 an de bi tevlêbûna 42 rewşenbîran li parlementoya Berlinê (Abgeordneten Haus) pêk hat. Civîn ji aliyê Giyaseddin Sayan Dr. Gundî Fehmî Balayi û Cemal Ballikaya ve hat birêvebirin. Di civînê de derket holê ku li Berlînê pêwîstî bi xebatên zanistî û rewşenbîrî heye û pêwîst e herî kêm komîteyek were kivşkirin û ev komîte kar û xebatên sazkirina vê rêxistinê bike. Gelek nîqas di navbera beşdaran de çê bû
Pêşniyarên ku di civînê de hatine kirin ev in

1 - Komîteyek were hilbijartiin, ev komîte amadekariya konferansek biçûk bike û piştre konferansek mezin lidarkeve
2 - çarcoveyek ji kar û xebatên vê saziyê re were danîn
3 - Nêzikahiya vê saziyê ji hemû hêzên siyasî re yek be
4 - Giraniya xebatên vê saziyê di warê çandî, hûnerî de be
5 - Ev sazî ji bo pêşketina zimanê kurdî plansaziyek derîne
6 - Piştî çûyîna Înstîtûtê (Köln) valahîyek derket holê, em çawa dikarin vê valahiyê tije bikin û giraniyê bidin xebatên zanistî
7 - Pêwîste terîfek ji rewşebîriyê re hebe, ka rewşenbîr kî/kê ye û çi jê tê xwestin
8 - Ev sazî bikaribe bi rêyên fermî di dibistanan de perwerdeya zarokan bîne rojevê
9 - Pêwîstî heye ku têgihîştinek di navbera zaravên kurdî de hebe
10 - Pêwîst e rewşenbîr azad be û pêşiya pênûsa wî/wê vekirî be
11 - Pêwîste ev sazî bi xwendakaran re danûstandinê bike
12 - Aboriya rêxistinê gelek girînge, jiber vê yekê jî pêwiste ev were çareserkirin

Di encam de komîteyek ku bikaribe amadekariya konferansek bike hat hilbijartin

Endamên Komîteyê

Dr. Gundî Dilberz
Giyasettin Sayan
Cemal Ballikaya
Fehmî Balayi
Peyman Ebdullah
Salar Sharif
Kirmanc Hariki
Muhsin Osman
M.Silêman Reşît

 سه‌ره‌وه

سالار Copyright © 2008 Salar