„Bernama Kurdî“ ya radyoya elmanî behsa zimanê kurdî dike
Foto
Bi helkefta Roja Cîhanî ya Zimanê Zikmakî beşê kurdî yê radyoya elmanî WDR – Funkhaus Europa roja yekşema 20ê şîbata 2011ê bernameyeke taybetî li ser zimanê kurdî diweşîne. Bernameya ku bi awayekî zindî tê weşandin, wê bi berfirehî behsa rewşa zimanê kurdî û pisrgirêkên wî bike. Pisporên zimanê kurdî wê di bernameyê de dîtinên xwe pêşkêş bikin.
Ji ber ku bername zindî ye guhdar dikarin ji seranserî cîhanê di rêya telefonê re beşdar binin. Mirov dikare ji niha ve di rêya telefonê re bîrûboçûnên xwe bêje û nerînên guhdaran wê di bernameyê de bên weşandin. Jimara telefona peyamgira „Bernama Kurdî“ ev e:
0800-5678773 (freecall). Peyamgir wê ta roja yekşemê vekirî be.

„Bernama Kurdî“ ya WDR – Funkhaus Europa li Elmanyayê tek bernameya radyoyê ya fermî ya bi zimanê kurdî ye. Ew ji sala 1987ê ve weşanê dike, bi herdu zaravên sereke yên zimanê kurdî: Kurmancî û Soranî. „Bernama Kurdî“ her roja yekşemê ji seet 18.00 ta 19.00 bi awayekî zindî weşanê dike. Mirov dikare ji seranserî cîhanê di rêya internêtê re lê guhdar bike:
www.funkhaus-europa.de/sendungen/bernama_kurdi/
Copyright © 2010