Omer Xeyam

گه‌ڕانه‌وه‌
Omer Xeyam
عومه‌ر خه‌یام

Weşanên Han li Berlin
هان گرافیك

 

Omer Xeyam bi Kurdî
Ji Weşanên Han berhemek nû: Bijî û bextiya be / Omer Xeyam
Weşanên Han ku li Berlîn karê weşana Kurdî dike, bi berhemeke nû derket pêşberê xwendavanên Kurd. Weşanên Han ev car beşeke ji helbestên Omre Xeyamî ya bi navê Bijî û bextiya be bi werger û berhevkirina nivîskar û wergerê Kurd hêja Husein Mûhammedî weşand. Dîwan ji 117 çarînên Xeyamî pêk dihê. Wêneyê bergî ji aliyê resamê Kurd hêja Alî Zulfîkar hatiye çêkirin.

Dîsa bi wergereke xweş ya mamoste Husein Mûhamed, berhemeke nû ket nav refên pirtûkaxaneya Kurd. Dîwana ji helbestên çarîn yên giranbiha yên sahirê mezin yê Îranî Omer Xeyam li benda xwendevanên Kurd e.

Li gor daxûyaniya xwediyê Weşanên Han Gazîn Onur Han, di vê sê mehên pêş me de nêzîkî deh berhemên nû yên wêjeyî û dîrokî wê bihêtin weşandin. Di nav wan berheman de dîsa giraniyeke wergerên ji wêjeya klasîk jî wê hebin.

Kerem bikin li jêr nivîsa edîtoriya Weşanên Han û çend helbestên ji dîwanê...
KNN/ Eliyê Zozan

Ji Edîtoriyê

Em bi dîwaneke klasîk ya şair, zanist û feylesofê Îranî Omer Xeyamî ve, ji nû ve derketin pêşberê xwendevanên he we yên ezîz.
Wekî ku dihête zanîn werger çemekî bi adan ya zimanan e. Her zimanekî ji cîhanê li gel zengînî û bingeha xwe ya kevneşopiyê ve, lê eslen bi berhemên werger ve xwe nûger dike, dijîne û zengîntir dike. Zimanê me yê xweş awaz jî, ji aliyê wergera zimanên biyanî gelek mûsaît e, eger mirov bi ûsûl û rêbazên gramatîkî û wêjeyî hewil bide û li ser zimanê wergerandinê jî serwer be, mirov dikare bêje ku di cîhanê de çi tekstek dijwar û kompleks nîne ku bo Kurdî nehête werge-randin...

Jixwe ev wergera dîwana Xeyamî bi tenê serê xwe jî dikare vê gotina me piştrast bike. Bi rastî helbestên Xeyamî gelek dijwar in, lê dîsa jî werger û nivîskarê hêja Husein Muhammed bi cehd û xebateke mezin ev kar jî bi serkeftinî pêk aniye. Mirov gava dest bi xwendina van helbestan dike, mîna ku ji dengê Xeyamî helbestên kevnare yên Kurdî dibihîse, wisa nerm û nazik di nav sewaneyên zimanê me yê xweş de diherike û diçe...

Jiber vê hindê em pêşkêşkirina vê dîwana bi nirx gelek dilşad û bi rûmet in.
Zeynel Abidîn Han

Bijî û bextiyar be / Omer xeyam

1.

Nehêle ku dara derdan di dilê te de şên bibe.

Berdewam pirtûka zewqan bixwîne,

meyê vexwe û li gor dilê xwe bike.

Jixwe dê tenê demekê li dinyayê bimînî.

2.

Şêxê delal, guh bide min:

Bêdeng be û bela xwe ji me veke!

Em meynoş li ser rêya rast dimeşin

lê çavên te xwehr in; here doktorî!

 

3.

Roj xweş, hewa nerm û esman sahî ye,

baranê toz ji ser pelên gulan vemaliye

û bilbil bi zimanê xwe bo sorgulê distire:

Yarê, dema noşîna meya jiyanê ye.

 

4.

Tavê taca xwe avêt ser banî,

şabaniya rojê tas bi meyê dagirt.

Spêdê hê zû zengilan awazek

li derdoran belav dikir: Vexwin!

 

5.

Cerrikek meya yaqûtî, dîwanek

helbestan, pariyek nanî,

bextiyar û aram li gel te

- jiyana min ji ya mîran jî xweştir e.

 

6.

Roj nîne ku sond nexwim:

"Ez ê cerr û tasa meyê bihêlim."

Lê niha bihar û heyama sorgulan e.

Xwedêyo, li min bibore, ez ê vexwim!

Nasnameya Pirtûkê

Bijî û bextiyar be * Omer Xeyam

© Han-Grafik

Ji Weşanên Han Çapa 1.

Berlîn/Cotmeh-2009

Weşanên Han - 20

Helbest- 14

Edîtor: Zeynel Abidîn Han

Werger: Husein Muhammed

Berg Design: Gazîn Onur Han

Wêne: Alî Zulfîkar

Çap û Girêdan:

HAN-GRAFIK Verlag & Werbeagentur

Bülowstr. 56-57, 10783 Berlin

Tel.: 00 49 (0) 30 23 55 25 40

Fax: 00 49 (0) 30 23 55 25 41

Destî: 00 49 (0) 178 780 76 83

ISBN: 978-94040997-15-9

Biha: 5,90 €

www.evra.kitap.com

Serçawe: www.kurdistan-news.net


 سه‌ره‌وه

سالار Copyright © 2008 Salar